Xetereyên rûkên herȋk
Rûkên herȋk her sal sedema herî mezin a fetisandin û rizgarkirinê ne. Zanîna wan çi ye û mirov çawa ji yekî derkeve, ji bo mayînê dema li ber beravê girîng e.
Herȋk li ser beravên Australya xetereya yekê ye.
Riya herî baş a ji bo ku ji herȋkê dûr bikeve ew e ku mirov li beravên di navbera alên sor û zer de melevaniyê bike.
Çewa Rûkên Herȋk bi CIH BIKȊ
Rûkên herȋk yek ji xetereyên herî metirsîdar e li beravên Australya, her sal gelek kes di wan de dixeniqin. Ji bo te û malbata xwe ya herî baş hûn dikarin her tim di navbera alên sor û zer de melevaniyê bikin. Rizgarkar alên xwe li aliyê herî ewle yê beravê bi cih dikin û wê tevahiya rojê li qada bi al bin. Fêrbûna bêtir li ser herȋkan û çawa wan bi cih bikin, dê alîkariya we bike ku hûn di ewlehiyê de bimînin. Ji bo ku zêdetir fêr bibin, li vê vîdeoyê temaşe bikin..
Her tim li nîşanan binêre.
Yek ji rêyên dûrketina ji herȋkan ewe ku mirov li nîşanên binihêrin – rizgarkar û cerdevanên jiyanê dê nîşanên li ser beravê bi cîh bikin da ku hûn ji mercên xeternak yên mîna rûkên herȋk xeternak hişyar bikin. Ji bo ku ewle bin her tim di navbera alên sor û zer de melevaniyê dikin.
Ka mirov çawa ji rûkeên herȋk xelas dibe.
Giring e ku bizanibin çawa rûkên herȋk bi cih bikin, lê tiştê giringtir ew e tu zanibȋ çawa xwe xelas bikȋ eger tu di nav de mayȋ, dema kes li ba te tune be. Aram mayîn, hewldana bi ser avêkeve û li dijî heyî şer neke, hin tiştên herî baş in ku hûn dikarin bikin. Ji bo Zêdetir fêr bibin, li vê vîdeoyê temaşe bikin.